Mizgefta dîrokî di bergeha peyzajê de hat xerakirin

Li Diyarbekirê Mizgefta Hamza Beyê Akkoyunî ji teref Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê ve di bergeha xebatên peyzajê de hat xerakirin.

Li navçeya Sûra Diyarbekirê di bergeha projeya veguhertina bajarî ya ku di sala 2013an de hat destpêkirin de Mizgefta Hamza Beyê Akkoyunî ji teref Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hat xerakirin.

Mizgefta ku piştî îlana komarê hatibû firotin û wek fabrîqeya çeltîkê dihat bikaranîn li cem Mizgefta Hz Suleyman a ku 27 sahebî li wê derê definkirî ne ye.

Di bergeha ‘Projeya Veguhertina Bajarî’ ya ku ji sala 2013an pê ve ji teref TOKÎ, Walîtiya Diyarbekirê, Şarederiya Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Sûrê ve dihat rêvebirin de avahiyên xaniyên serobero hatibûn paqijkirin û di xebatan de Mizgefta Hamza Beyê Akkoyunî ya ku wek fabrîqeya çeltîkê dihat bikaranîn hatibû dîtin.

Zanyarên ku wê çaxê lêkolîn kiribûn destnîşan kiribûn ku ev avahiya dîrokî Mizgefta Hamza Beyê Akkoyunî ye û ji bo ku mizgeft bibe wekê rewşa xwe ya berê ji Saziya Bîranînan (Anitlar Kurulu) re bang hatibû kirin da ku ji nû ve were sazkirin.

Ji ber ku ev bangewazî nehat bihîstin Mizgefta Hamza Beyê Akkoyunî ya ku di sala 1444an de hatibû avakirin ji teref Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê ve di bergeha xebatên peyzajê de hat xerakirin. (ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe