Îşev şeva Regaîbê ye. Şeva pênçşema ku bi şêva înê ve gire dide şêva Regaîbê ye. Îşev li çar alîyê welat û dinyayê bi milyonan misilman ew ê mizgeftan tijî bikin û li hev bicivin.
Dê him di mizgeftan him jî di televîzyonan de ev şeva bimbarek were pîroz kirin.
Misilman ew ê destên xwe vebikin û ji Xwedê af û mexfîret bixwazin.
Resûlê Xwedê di derbarê vê şeva bimbarek de wiha gotîye: “Xwedayê min! Tu, Receb û Şebanê ji me re bimubarek û pîroz bikî û tu me bigihîne meha Remezanê”
Di şev û rojên piroz e wek qendil û yên din, divê mirov di warê îman, exlaq, îbadet, raman û jiyanê de xwe teze bike, muhasebeya rojên borî û pilana pêşerojê bike. Bi munasebeta van şev û rojên pîroz, divê em guh bidin wan dengê manewî ye di dilên me de. Em ji gunehên xwe tobe bikin û ji tevî misilman û mirovan re dia bikin. Niyaza me ye herî mezin ew e ku ev şev û rojên pîroz, di tevî dinê de û bi taybet di welatê me de bibin navgîna dadmendî, aşîtî, biratî û wekheviyê!
Xwedê Teala, di vê şeva pîroz de rihma xwe zêde zêde peya dike. Derîyên şifa û rizqan heta dawiyê vedike. Me dawetî bal qenciya xwe ya bê hempa dike. Nexwa divê em jî tobe bikin û tevî vê daweta îlahî bin. (ÎLKHA)