Motorbisiqlet ji dîwar ket xwarê: 2 birîndar

Li navçeya Xisxêra Sêrtê motrbisiqlet ji dîwara ku 4 metre bilindahîya wî heye ket xwarê, 2 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên nîvroyê de li ser Ceddeya Halk Konutlariya navçeya Xisxêrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, motorbisiqleta di bin kontrola Ahmet Bati (20) de bû, ji dîwara ku nêzê 4 metre bilindahîya wî heye ket xwarê.

Di encama qezayê de, şofêr Ahmet Bati û Lokman Aydinê ku li kêleka wî bû birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Xisxêrayê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"