Muameleya li hember xwendekaran divê çawa be

Psîkolog Yasîr Atalay ji dê û bavan re di warê muameleya li hember zarokan de tewsîyeyan kir.

Bi tatîlbûna mekteban xwendekaran qarneyên xwe standin û dest bi tatîlê kirin. lê ji ber ku qarneya hinek xwendekaran dibe ku nebaş be ji vê yekê psîkologan di vî warî de dê û bavan îqaz kirin.

Digel tatîlbûna mekteban û standina qarneyan îqaz û hişyarîyên ku ji teref psîkologan ve li dê û bavan tê kirin hêj berdewam dike.

Psîkolog Yasîr Atalay di vî warî de dê û bavan îqaz kir û got: Dibe ku dersên xwendekaran nebaş be. Di vî warî de dê û bavê wî xwendekarî bi dîqqet be û haya xwe ji gotinên xwe û muameleya li hember zarokê xwe bike. Divê ew dê û bav gotinên ku dilê wî biêhêle li hember zarokê xwe bi kar neyênin û pêre muameleke nebaş nekin. Lewra ev tev dibin ku bibe sebeb ew zarok bikeve depresyonê. Her wisa lazim dê û bav zarokên xwe bi zarokên din an jî bi hevalên wî re muqayese nekin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"