Serokê hevpeymaniya niştimanî ya hêzên şoreşger û opozîsyona Sûriyê Muaz Xetîb dest ji kar berda.
Serokê hevpeymaniya niştimanî ya hêzên şoreşger û opozîsyona Sûriyê Muaz Xetîb di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku dest ji kar berdide da ku bikaribe “bi awayekî azadane” kar bike.
Berpirsê ofîsa Xetîb, Mihemed Elî ji Rûdawê re axivî û destjikarberdana Xetîb piştrast kir û diyar kir ku Muaz Xetîb îro (24.03.2013) dest ji kar berda.
Li bara sedema destjikarberdanê de Xetîb wiha got: “Jixwe min berê gotibû 'dema rewş bigihîje hêla sor dê dest ji kar berdim', ji ber wê jî niha dest ji kar berdidim”.
Xetîb bêyî ku behsa hêlên xwe yên sor bike, destnîşan kir ku ji bo ku bikaribe bi awayekî azadane kar bike û ji fermiyetê dûr bikeve, dest ji kar berdaye.
Bûyera destjikarberdana Xetîb di demekî de ye ku çend roj berê hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê kurdê bi navê Xesan Hîto wek serokê hikûmeta xwe ya demkî hilbijartibû.
Tê gotin ku Muaz Xetîb ku temenê wî 53 sal e, li dijî wê bûye ku serokê hikûmeta demkî bê hilbijartin.
Muaz Xetîb roja 11ê Mijdara par bû serokê hevpeymaniya niştimanî ya Sûriyê.
Muaz Xetîb sala 1960 li bajarê Şamê yê Sûriyê jidayik bûye û karê meletiyê kiriye ji ber wê jî çend caran ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi hêceta dijîtiya rejîmê hatiye girtin.
Xetîb ji malbatekî îslamî û sofî ye lê tu pêwendiyekî wî bi tevgera Îxwan Mulimîn re nîne. Beşa pêwendiyên navdewletî xwendiye.
rudaw