Mucadela Talîban Dewam Dike

Mucadela Talîban Dewam Dike

Talîban li Efğanîstanê li ber hêzên Emrîka û Natoyê mucadela xwe dewam dike. Talîban di heqê îstatîstîkên meha Kanûnê de hinek vîdeoyên êrîşên li hêzên rojava weşandin. Di êrîşên meha Kanûnê de, cîh û saeta 857 operasyonên xwe diyar kir.

Tê îfade kirin ku Talîban her meh pir hindik 3 hezar êrîşan pêk tîne. Talîban bi êrîşên dawî, resmên eskerên Emrîka û Nato yên hatine kuştin jî weşand û îfade kir ku rojava meğlûb bûye. Her wiha da zanîn ku bi deh hezaran eskerên Emrîka û Îngîlîz seqet mane, ji bo ortopediya wan jî bi milyar dolaran mesrefê dikin. Li Iraqê jî bi deh hezaran eskerên Emrîka seqet mane. Tê gotin ku Emrîka zayîatên xwe ji dehan yekî tenê nîşan dide.

Talîban di beyana xwe de dide zanîn ku li Efğanîstanê lihevkirinekî qebûl nake û dixwaze Efğanîstan ji hêzên îşgalker bên paqijkirin û tam serbixwe bibe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin