Muhacirên Sûrî dest bi vegerê kirin

Penaberên Sûrî yên ku ji ber şerê ya ku di navbira PYD,OSO û IŞÎD de qewimî bû welatê xwe terk kiribûn û hatibûn Akçekaleyê dest bi vegera welatê xwe kirin.

Xelkê ku  li welatên wan şerê navxweyî derketibû û her  wiha her dawî ji ber şerê ku li Girê Spî ya ku di navbira PYD, OSO  û IŞÎDê de derketibû xelk mecbur mabû ku welatên xwe terk bikin û rêya koçkirinê bigrin. Ji îro serê sibê vir ve muhacirên ku welatên xwe terikandibûn hatin ber devê derîyê sînor a Akçakaleyê. Sûriyeyîyên ku hatibûn ber devê derîyê sînor piştî ku muamele yên wan hatin kirin sînor derbas kirin.

Ji kesên Sûrî Muhammed Cedan di derbarê çûyîna welat de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “Malbata min niha li virê. Ez ê niha derbasî Sûriyê bibin. Ez ê biçim  ka rewşa warên me çawa ne. Heger tu pirsgiêk û asteng tinebin wê gavê malbata min dê werin.  Niha derîyê sînorê OSO û PYD qontrol dikin. Ê ku ew ê me bistîne hundir OSO yê." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar