Muhammed Mûrsî Sersewciyê Misrê Ji Wezîfê Kir

Li gor xeberên ji ofîsa serekcimhûriya Misrê hatine diyarkirin, serekcimhûr Muhammed Mûrsî, sersewciyê Misrê Ebdulmecîd Mehmûd ji wezîfê kir.

 Li gor xeberên ji ofîsa serekcimhûriya Misrê hatine diyarkirin, serekcimhûr Muhammed Mûrsî, sersewciyê Misrê Ebdulmecîd Mehmûd ji wezîfê kiriye û tayînî sefîrtiya Watîqanê kiriye. Midûrê ofîsa serekcimhûrtiyê Ehmed Ebdulletîf xeberê diyar kir.

Her wiha hat gotin ku beriya dana vê qirarê, Mûrsî bi alîkarê serekcimhûr Mehmûd Mekkî, serekwezîr Hîşam Kandîl, wezîrên karên hundir û  parastin û enformasyonê re hevdîtin pêkanine.

Li aliyê din hat gotin ku li ser vê qirarê qirîz derketiya. Sersewcî diyar kir ku selahiyeta Mûrsî tune ku wî ji wezîfê bike û da zanîn ku qirara Mûrsî nasnake.

Wekî tê zanîn di Sibata 2011ê de hinek çete û hêzên bi hesp û deve, derketibûn meydanên Qahîreyê, gelek protestovanên yên li hemberê Husnê Mubarek dimeşiyan birîndar kiribûn. Mehkema Misrê jî di doza van çete û polîsên sûcdar de qirara beraetê dabû. Saziyên sivîl û siyasî li ber vê qirarê tepkî nîşan dabûn, millet jî protesto lidarxistibûn.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be