Muhammedê 3 salî li ser pişta diya xwe ji ber sermayê rehmet kir

Piştî ku Aylan Kurdiyê ku di Behra Spî de jiyana xwe ji dest da re gelek zarok û pitikên mîna Aylan Kurdî digel malbatên xwe di riya koçê de jiyana xwe ji dest dan. Ji van mirinan herî dawî yek jî li Ixdirê pêk hat.

Komek penaberên  Efxan û Ganayî hewil dan ji Îranê derbasî Tirkiyê bibin ku di nav van de Muhammedê 3 salî li ser pişta diya xwe ji ber sermayê rehmet kir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin “qeçaxçiyên însanan” li ser sînora Îranê kesên penaber ji quntarên Çiyayê Agirî derbas kirin û wan anîn Aralika navçeya Ixdirê. Qeçaxçiyên ku penaberan bi mînîbusekê anîn piştî ku Nehra Karasuyê derbas kirin re wan li qadeke vala danîn. Polêsê ku ji ber îxbara ku hat kirin çû cihê bûyerê li rasta Muhammedê 3 salî yê ku li ser pişta diya xwe ji ber sermayê rehmet kiribû hat.

Li herêma ku lê lêgerîn hat kirin çend kesên ku cil û bergên wan di dema derbasbûna nehrê de şil bûbûn û dikirin ji sermayê bimrin hatin dîtin. Kesên penaber bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

Muhammedê ku eslê xwe Ganayî ye û li ser pişta diya xwe rehmet kir bo otopsiyê hat anîn Erzeromê . Muhammedê 3 salî yê ku hat tespîkirin ji sermayê rehmet kiriye ew ê piştî muameleyên qanûnî li goristana bêkesan bê definkirin.

Tê tehmînkirin qeçaxçiyên însanan ji ber ku ji cendirmeyan û lêgerîna polêsan haydar bûne penaberan di rê hiştine û reviyane. Derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.

Li gor agahiya klu di malpera înternetî ya Komeleya Mafên Penaberên Navteweyî de hatiye parvekirin diya Muhammedê 3 salî yê ku rehmet kiriye  derbarê mijarê de wiha gotiye: “Ew çeteyê ku li Îranê qeçaxçîtiyê dike dest danî li ser pasaporta me. Telefon, cil û bergên min ji min standin. Koma penaberan a ku ji 15-20 kesan pêk dihat anîn Tirkiyê. Lawê min li ser pişta min bû û min Nehra Karasuyê derbas kir. Pir cemidî bû. Dema ku ez derketim qeraxa nehrê min dît ku Muhammed şil bûye, ji sermayê qufilî ye.Min xwe avêt ser rê, min ji hevalên me yên ku diçûn û dihatin alîkarî xwest. Polêsan min dîtin. Ji min re gotin ku lawê te ji sermayê miriye. Dû re em hatin Erzeromê.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin