Muhîmat di destên zarokan de înfîlak kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Gevera Colemêrgê madeya ku tê diyarkirin muhîmat e di destên zarokan de teqiya, di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokak jî giran birîndar bû.

Hat ragihandin li Gevera Colemêrgê 2 zarok li nav molozên de maddeyeke ku tê diyarkirin muhîmat e dîtin. Maddeya ku zarokan dîtin dema ku pê leystin di destên wan de teqiya.  Di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî giran birîndar bû. Hat diyarkirin muhîmat ji dema operasyonên ku li dijî PKKê dihat kirin maye.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de derheqê mijarê de hat diyarkirin  derdora seat 13.50an de  di  nav loda molozan ên li hember Kolana Ormana Taxa Kişlaya Kevin dema ku zarok bi madeya ku wek muhîmat tê diyarkirin di destên zarokan de teqiya, di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî giran birîndar bû.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin