Li gorî AFADa serekwezîrtiyê, li Tirkiyê 193 hezar û 767 welatiyên Sûriyê multecî ne. Li Hatayê 5, li Rûhayê 2, li Intabê 3 û li Mereş, Osmaniye, Semsûr û Edenê bi yek heban bi temamî 14 konbajar hene. Li Kîlîs, Rûha û Intabê jî bi yek heban qempên konteynir hene.
Hat îfade kirin ku ji carkî şer qewimiye heta niha, zêdetirî 300 hezar welatiyên Sûriyê derbasî hêla Tirkiyê bûne. Salek zêde ye pêdiviyên wan yên însanî tên peydakirin. Di konbajar û qempên konteyniran de xizmetên starî, xwarin, sihhet, ewlehî, aktîvîteyên sosyalê, perwerdehî, îbadet, tercumantî, ragihandin, xizmetên bankayê û yên din tên kirin.
Ji multeciyan nêzî 110 hezar kes vegeriyane Sûriyê. Lê her çiqas li multeciyan xizmet bên kirin jî, şerpezehiya wan dewam dike. Heta niha marûzî gelek çîleyan bûn. Agir bi konan ket. Hinek însanan êrîşî wan kirin. Nexasim jin û zarok û extiyar bêtir cefa dikişînin. BANGAHEQ