Mûrsî 572 Mehkûm Effû Kir

572 Kesên Ku Mehkema Eskerî Wan Grtibû, Mûrsî Jî Wan Berda.

Li gor xeberan hat îfade kirin ku 572 kesên girtî, bi effa serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, hatin berdan. Van kesan di hadîseyên 25ê Çileya sala borî de, mehkema eskeriyê li wan ceza birîbû.

Ji van kesan 523 ji cînayetê, 49 kes jî ji sûcên edlî ceza girtibûn. Wekî din, ceza 16 kesên ku muebbet li wan hatibû dayîn, hat sivikkirin.

Mûrsî, xwestibû ku ji bo vekolîna rewşa kesên ku ji teref mehkema eskerî ve hatine girtin, komîsyenek bê ava kirin.Ev komîsyon li ser van girtiyan xebitî bû. Mensûbekî komîsyonê Mehmûd Fewzî wiha got “Bi qirara Mûrsî, dê 572 kes bên berdan. 11 hezar 874 sivîlên ku ji teref mehkema eskerî ve tên mehkeme kirin hene. Ji wan 9 hezar û 174 kes, mehkema wan bi dawî bû, hatin berdan. 2165 kesên mane jî, der heqê wan de lêkolîn dewam dike.”  (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin