Mursî Beytullahê Ziyaret Kir

Li Ber Ke’bê Giriya

Serekcimhûrê Misrê yê nû Muhammed Mursî ziyareta ‘umrê kir. Mursî dema ziyareta Ke’bê giriya. Van vîdeoyên Mursî di rûpelên malperên înternetê de rekorên tik kirinê şikandin.

Mursî ziyareta xwe a ‘ewil li Si’ûdî ‘Erebîstanê kir. Pey têkilî û munasebetên li Cîddeyê Mursî çû Medîna Munewwere. Mursî pey qebra şerîf a Resûlê Xweda ziyaret kir ji Si’ûdî ‘Erebîstanê bi bal Misrê ve bi rê ket.

Ev ziyareta Mursî pey serekcimhûr hat hilbijartin, ziyareta ‘ewil e. Ji ber ku bi erdên pîroz ve hatiye kirin ji alî gelek kesan ve me’nîdar tê qebûl kirin. Mursî di ziyareta xwe de bi Qral ‘Ebdullah re jî hevdîtinek kir.

Serekcimhûrê nû, dema ziyareta Beytullahê di nav cilên îhramê de limêj kir û bi girî du’a kir. Ev foto û vîdeoyên Mursî li ser înternetê gelek hatin temaşe kirin.

Li gor hatiye hîn kirin Mursî pey ziyareta erdên pîroz dê here civîna yekîtiya welatên ‘Efrîqa. Tê gotin ku ev ziyareta Mursî jî ji bo pirsgirêkên navbera dewletên ‘Efrîqa û Misrê bê çareser kirin dê gaveke girîng be.

(Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be