Mursî, Em Bi Her Awayî Li Hember Îşğala Malî Ne

Serekcimhûrê Misirê Muhammed Mursî, di civîna li Rîyada payîtexta Sî’ûdî ‘Erebîstanê, a serekên dewletên ‘Ereban de xeberdanek kir.

Serekcimhûrê Misirê Muhammed Mursî, di civîna li Rîyada payîtexta Sî’ûdî ‘Erebîstanê, a serekên dewletên ‘Ereban de xeberdanek kir. Serekcimhûr Muhammed Mursî di xeberdana xwe ya di vê civînê de go: “ Misir, bi her awayî li hember mudaxaleyeke ‘eskerî a li hember Malîyê ye.”

Mursî di civîna ku li Rîyadê Qada Konferansê a Kral ‘Ebdûl’ezîz tê kirin de heqqê xeberdanê xwest  û bi vî awayî xeberda: “Mudaxeleya ‘eskerî a li hember Malîyê wê li herêmê şer û pevçûnê zêdetir bike. Divê mudaxeleyeke bi aşîtî ku hizûr û selametê bîne Maliyê bê kirin. Em li hember tevî mudaxeleyên ‘eskerî ku li Maliyê bên kirin in.”

Mursî di dewama xeberdana xwe de jî go: “Îslam şîddeta li hember sivîlên me’sûm bi tu awayî meşrû’ nabîne. Digel vê em naxwazin ku li herêmê hinek navendên nû ji bo şer û pevçûnê çêbibin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar