Mûrsî û Eskeriya Misrê

70 General Ji Ordiyê Hatin Teqawîd Kirin

Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, li ser eskeriyê dixebite. Berî niha serekê sererkaniyê Mareşal Huseyîn Tantavî teqawîd kiribû.

Li gor xeberên medyaya Misrê hat gotin ku, ji ordiyê 70 general hatine teqawîd kirin. Pispor îfade dikin ku di ordiya Misrê de di navbera sûbayên yextiyar û ciwan de niqaş heye. Mûrsî, ji bo vê niqaşê bidawî bike, hinek qirar dane. Bi vî awayî rê ji sûbayên ciwan re jî vedike. Lewra sûbayên yextiyar, nahêlin ku sûbayên ciwan herne meqamên muhîm, sûbayên yextiyar piştî ku teqawîd dibin jî mîna walîtiyê di cîhên muhîm de wezîfedar dibin. Hat îfade kirin ku li ser vê qirara Mûrsî, ji hêla ordiyê ve tu îtîraz nehatiye.

Li aliyê din Misir dixwaze ji Elmanya du heb gemiyên binavê bikire. Îsraîl ji bo vê tîcaretê bide sekinandin, di aleyhî wê de dipeyive. Medya Îsraîl bêdelîl îfade kiribû ku Elmanya dev ji firotina van gemiyan berda ye. Feqet qomandarê behrê yê Misrê Amîral Ehmed el Cûndî da zanîn ku tu îbtalî neqewimiye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin