“Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye”

MÛŞ - Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê Cevdet Arslan ji ber bidawîbûna heyama yekemîn a Perwerde-Hînkeriya 2016-2017an nirxandinan kir û destnîşan kir Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye.

Di 20 Çileyê de nêzî 18 milyon xwendekar dê qerneyên xwe bistînin û dê tatîlê bikin. Digel bidawîbûna heyama yekemîn a Perwerde-Hînkeriya 2016-2017an Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê Cevdet Arslan destnîşan kir Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye.

Arslan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ji ber ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hinek mamoste ji peywirê hatin dûrxistin û hinek jî ji hatin îxrackirin ev yek tesîreke neyînî li ser perwerde-hînkeriyê kiriye û ew bi tedbirên ku wergirtine pêşiya vê yekê girtine.

“Êdî em di perwerdehiyê de nema di rêzên dawî de ne”

Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di encama xebatên ku wan kirine di 2 salên dawî de Mûşê di warê perwerdehiyê de ji rêzên dawî xilas kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me digel xebatên xwe yên du salên dawî di serkeftiyên TEOG û yên din de gihaşt nîvekiya Tirkiyê. Ev yek jî nîşan dide ku Mûş bi şikleke baş pêşve çûye. Me vê yekê di temamê xebatên akademîk û civakî de dît. Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye. Di 2 salên dawî de em êdî ne di rêzên dawî de ne. Ev 2 sal e ku wezareta me nîvekiyan nade. Lê li gor texmînên me em gihaştine nîvekiyê. Ev yek jî ji bo me serkeftinek e. Em dibînin ku xebatên me netîce didin û ev yek jî me kêfxweş dike.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e