Musluman Lı Ser Pıya Ne
Lı Gelek Welatan Protestoyê Ehlê Îslamê Dewam Dıkın
Fîlma ku heqaret li pêxemberê me û li dînê Îslamê dikir, bû sebebê qiyam û serhildana muslumana. Ji Qafqasyayê heta Efrîka, ji Asyayê heta Ewrûpa, welatê muslumana, ehlê ğîret û îmanê li ber fîlma xebîs rabûn piya. Tepkiyên xwe nîşan dan, sedeqet û peyrewî ya xwe ji pêxember re nîşan dan.
Do li Lubnanê li paytext Beyrûtê bi sed hezaran însan li meydanê civiyan. Rojek berê serekê Hîzbûllah Seyyîd Hesen Nesrûllah, gazî milllet kiribû da ku tepkiyên xwe li ber fîlmê nîşan bidin. Ji ber vê yekê millet baz da meydana. Bi sed hezaran însan bi tekbîr û sloganan, bi panqart û alayên Tewhîdê li meydana kom bûn. Seyyîd Hesen Nesrûllah derket pêş millet û xeber da. Nesrûllah di axaftina xwe de da zanîn ku ev fîlma heqaret û bênesîb, hîle û xerabiya siyonîst Îsraîl e.
Hereketa Emel ya Lubnanê jî destek da vê mîtîngê. Di mîtîngê de, li ber Emrîka û siyonîst Îsraîl slogan qut nebûn. Millet diyar kir ku wê neyên hîleyên dijminê Îslamê.
Her wiha li bajarê Trablûsşamê jî protesto dewam dikin. Musluman tev li ber vê fîlma xebîs tepkî nîşan didin.