Muslumanên Malay Li Ber Zulma Taylandê Berxwe Didin

Muslumanên Malay li herêma Patanî li ber te’de û asîmîlasyonê mucadele dikin. Îdara dewleta Taylandê li muslumanan zorbatiya xwe qut nake.

 Muslumanên Malay li herêma Patanî li ber te’de û asîmîlasyonê mucadele dikin. Îdara dewleta Taylandê li muslumanan zorbatiya xwe qut nake.

Muslumanên Patanî mucadele dikin ku bi îmkanên xwe yên hindik, mektebên xwe vekin, di wan de dîn û terbiya xwe hînî zarokên xwe bikin.

Li Pataniya Taylandê heqê muslumana tune ku ray bidin û raya xwe deynin. Di mektebên dewletê de ziman û kultura Tayê tên hînkirin.

Muslumanên Patanî gazî Tirkiye kirin ku xwendekarên wan qebûl bikin û li wan xwedî derkevin. Xwendekarên Patanî li Banghok, Pakîstan, Misir û Malezyayê dixwînin. Yekî Patanî wiha îfade kir “Par Tirkiye ji Taylandê 10 xwendekar qebûl kirin. Me jî xwest ku 3 xwendekaran bişînin Tirkiyê. Feqet Tirkiye vê xwestinê qebûl nekir.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin