Musteşara Sefareta Hollanda HUDA PARê ziyaret kir

Elke Merks-Schaapvelda Musteşara Karên Sîyasî ya Sefareta Hollanda, Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir.

Hat ragihandin Elke Merks-Schaapveld Musteşara Karên Sîyasî ya Sefareta Hollanda û heyata pê re Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir.

Heyet ji teref Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û alîkarên wî ve hat pêşîwazîkirin.

Elke Merks di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir armanca wan a hatina bajêr ji nêz ve naskirina bajêr û di cihê wê de dîtina probleman e. Elke Merkes her wisa di hevdîtinê de ji HUDA PARê derbarê meseleyên mîna OHAL, meseleya Kurdan û HUDA PARê de xwest ku bê agahdarkirin.

Di hevdîtinê de di serî de li ser meseleya Kurdan, pêvajoya çareserîyê, siyaseta çalan, pirsgirêka PKKê hat axavtin  û bal hatin kişandin li ser wehşet û hovîtîya ku bi bihaneta  bûyerên Kobanî di 6-8ê Cotmehê de hatine kirin.

Tanrikulu di hevdîtinê de qala bi şikleke wehşîyane qetilkirina Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî kir û dû re heyeta ku derbarê 400 êrîşên ku di navbera 5 salan de li HUDA PARê hatine kirin de agahdar kir û dû re qala hêla  bûyeran ên di çapemenîyê de xuya nekirine kir

Di hevdîtina ku hat kirin de hat ragihandin  dewletên Ewrûpayê xwedî li FETO derdikevin û helwesta Ewrûpayê ya ji bo 16ê Nîsanê hat rexnekirin.

Di hevdîtinê de heyeta ku hatibû ziyaretê ji Tanrikulu derbarê êrîşên ku bi hinceta bûyerên Kobanî hatibûn kirin de pirsan kirin, dema ku Tanrikulu van pirsên wan dibersivand heyet ecêbmayî ma.

Elke Merks-Schaapveld Musteşara Karên Sîyasî ya Sefareta Hollanda derbarê mijarê de diyar kir ew xwe di derdoreke pir rihet û aram de hîs  kirine û ji ber ku HUDA PAR wan qebûl kiriye ji wan re spas kir.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin