Musulmanên Arakan Li Ber Çavê Dinyê Têne Qetlî’am Kirin

Li Burmayê gelek Musulmanên ku ji ber qetlî’amên çeteyên Bûdîstan reviyane , li ber çavê dinyayê li hêviya mirinê ne.

 Li Burmayê gelek Musulman ji ber qetlî’amên çeteyên Bûdîstan direvin. Li gor reqemên navdewletî herî kêm 22 Hezar Musulmanê Arakan ji ber zordestiya Bûdîstan welatê xwe terk kirine. Li gor reqemên îdara Bûrmayê herî kêm dora 23 hezar Musulmanî bi tenê di nava hefta derbasbûyî de welatê xwe terk kirine û nêzîkî pênc hezar xaniyî ji alî bûdîstan ve hatine şewitandin.

Ji bilî van zordestiya, feqîrî, birçîbûn û nexweşîn di nava Musulmanên Arakanê de hakim e û dewletên Musulmanan jî tê de dinya çavê xwe ji vê zulmê re girtiye. Di ‘îda qurbanê de qetlî’amên Bûdîstan ji nû ve zêde bûn. Musulman ji ber dînê wan li Arakanê têne qurban kirin.

Digel qetlî’amên çeteyên Bûdîstan, îdara Myanmarê jî li hember qetlî’aman çavê xwe digre. Çeteyên Bûdîstan bi tu awayî nayên meni’ kirin.

Ji ber ğelaya li herêmê gelek Musulmanan vê ‘îdê qurbanên xwe şandin Arakanê lê belê dewletên cîran û Bûdîst ji bo ku van alîkariyên Komeleyên civaka sivîl yên Îslamî negihîjin Musulmanên Arakanê her mani’î derdixin pêşiya Komeleyên Îslamî. Digel vê jî Komeleyên Îslamî bi tevî qeweta xwe dixebitin ku meğdûriyeta Musulmanên Arakan parîkî sivik bikin. Lê belê ji bo meğdûrîyeta Musulmanên Arakan bê telafî kirin divê Musulmanên ‘alema Îslamê li ser dewletên xwe tezyîqatan çêkin.

www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be