Mutalea Ergenekonê

Celseya 281ê ya doza Ergenekonê, do li merkeza saziyên ceza û înfazê ya Sîlîvriyê pêk hat. 41 bersûcên girtî tevlî celseyê bûn. 26 bersûcên girtî nehatin celseyê.

Celseya 281ê ya doza Ergenekonê, do li merkeza saziyên ceza û înfazê ya Sîlîvriyê pêk hat. 41 bersûcên girtî tevlî celseyê bûn. 26 bersûcên girtî nehatin celseyê.

Mehkemê, bi sûcê teşebbusa hilweşîna hikûmetê, yan jî sekinandina wezîfa qismî yan jî temamî ya hikûmetê, ji bo 64 bersûcan ceza muebbeta girankirî xwest. Di nav van kesan de, sererkanê kevn orgeneralê teqawîd Îlker Başbûğ, parlementerên CHPê Mehmet Haberal, Mûstafa Balbay, Sînan Aygun, tuğgeneralê teqawîd Velî Kuçuk, serekê partiya Îşçiyê Doğû Perînçek, qezetevan Tûncay Ozkan jî hene.

Di mehkemê de mutalea di heqê doza Ergenekonê de hat xwendin. Mutalea ji 2 hezar û 271 rûpelan pêk tê. Di mutaleayê de tê beyankirin ku, hebûna orguta terorê ya Ergenekonê hatiye tesbîtkirin. Ji tuğgeneralê teqawîd Velî Kuçuk re, ji bo orgut û teşebbusa dankuştina şexsa û êrîşa daniştayê, 6 caran ceza muebbeta girankirî hat xwestin. Her wiha ji bo failê êrîşa daniştayê Alparslan Aslan, 4 muebbetên girankirî, ji bo Yalçin Kuçukê ji doza Oda TVyê girtî jî, ceza muebbeta girankirî hatin xwestin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin