Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî û Hizba Ayinde daxuyaniyeke nivîskî dan Parlamentoya Kurdistanê û di wê daxuyaniyê de hate gotin; “Di çarçoveya wan pêşhat û rûdanên siyasî yên ku li navçeyê qewimîne, bi taybetî rojava û bakurê Kurdistanê, em dixwazin ev her du xalên jêr wek du mîjarên giştî û bi lezeke neteweyî ya çarenivîsaz, bibin destpêka karnameya gotûbêjên yekem ên rûniştina vê hefteyê ya Parlamentoya Kurdistanê, da ku di çarçoveya berpirsiyaretiya nûnerayetiya xelkê Kurdistanê ve biryar li ser bide.
Yekem: Divê hemû arîkariyeke Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên neteweyî û bi rêya dam û dezgahên hikûmetê be, rê bi hîç partî û aliyeke neyê dayîn ku di jêr her navnîşanekî de be bi wî karî rabe.
Duhem: Parlamentoya Kurdistanê bi resmî piştgiriya xwe bo daxwazên girtiyên di greva biçîbûnê de û xwepêşandanên Bakura Kurdistanê nîşan bide, her wiha daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê bike bi rêyên aştî û demokratîk û di çarçoveya destûrê de doza rewa a Kurd çareser bike".
Tevgera Goran
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Komela Îslamî ya Kurdistanê
Partiya Ayinde ya Kurdistanê
(Dengê Azad)