Muxalifên Sûrî Li Qatarê Civiyan

Davutoğlu Bi Kurdên Sûriyê Re Civiya

Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu di çarçoweya xebatên ji nû ve avakirina binyata komên muxalîf yên Sûriyê de, çû Dohaya paytextê Qatarê û li  wir bi mensûbên Konseya mîllî ya kurdên suriyê re hevdîtin pêk anî. Davutoğlu Di civînê de tekrar kir ku Tirkiye teqez destûrê nade ku orgut û rêxistin li Sûriyê binyata xwe ava bike. Davutoğlu diyar kir ku wê Tirkiye bi hemû komên li Sûriyê re dîyaloga xwe berdewam bike.

Davutoğlu wiha got: “Kurd jî perçeyek Sûriyê ne. Hemû komên li welêt divê bi hev re hereket bikin. Emê jî digel hemû komên li Sûriyê di  nav diyaloxê de bin.”

Temsîlkarên konseya mîllî ya kurdên Suriyê jî wiha gotin “Em memnun in ku Tirkiye bi me re hevdîtin pêk anî. Tu têkiliya me bi rêxistina terorê an jî PYD’ê re tuneye. Jixwe em li ber terorîzmê ne. Amanca me ev e ku Sûriyeyek demokratîk bê ava kirin.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin