Ji bo Ğezzeyê bi saetan mabû ku agirbest biqede, agirbest bi qasî 24 saetan hatibû dirêjkirin.
Beyanat ji endamê polîtburoya Hamasê Îzzet er-Reşaqê ku tevlî muzakereyan bûbû hatibû diyarkirin. Reşaq wiha got: “Ji bo temamkirina muzakereyan, agirbesta muweqet bi qasî 24 saetan hatiye dirêjkirin.”
Lê medyaya Îsraîla siyonîst diyar kiribû ku di mijara agirbesta daimî de aliyan bi piranî li hev kirine.
Qezeta Haaretzê beyan kiribû ku aliyan, di mijara sivikkirina ambargoya li ser Ğezzeyê û bidawîkirina pevçûnan de li hev kirine. Di xeberê de hatibû gotin ku bêçekkirina Ğezzeyê û mijarên din, wê di hevdîtinên ku di pêş de bên kirin de bên xeberdan.
Lê Îsraîla rejîma terorê qewmê melûn û neliser soza xwe, dîsa agirbest xera kir û dîsa êrîşî Ğezzeyê kir.
Çınarın Sesi