Namzetê Azad Yapicioglu: Serokê, mezinê qewmekî xizmetkarê wê qewmê ye

Namzetê Azad a Amedê Zekerîya Yapicioglu ya ku HUDA PAR piştgirîye didiye di nava rojekî de 11 gundên ku girêdaye bajarokê Çinara Amedê ne zîyaret kir.

Namzedê Azad li wan gundên ku çû serdana wan ji xelkê gund ji bo hilbijartinên 7ê Hezîrenê daxwaza alîkarîyê kir.

Yapicioglu li wan gundên ku çû zîyareta wan li pirsgirek û xwestekên gelê gund guhdarî kir. Her wiha Yapicioglu di derbarê çareserîyên van pirsgirekan de wiha destnîşan kir û hedîsê Hz. Muhammed (a.s.w) bi bîr anî:  Pêxemberê me dibêje ku ‘Serokê, mezinê qewmekî xizmetkarê wê qewmê ye.’ Em ê jî li gor vê şîarê bibin xizmetkarê gelê xwe. “

Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Her wiha kî ya rastî bibêje em ê piştgirîyê bidin wî kesî. Dixwaze bila Kiliçdaroglu jî be  heger ya rastî bibêje em ê piştgirîyê bidin wî. Lê belê heger yê ku xeletîyê bike dixwaze bila hevalê me be em ê li dijî wî jî bisekini û wê xeletîya wî bi eşkere jê re bibêjin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar