Her weke ku tê zanîn doh di derdora seat 20.30an de li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke sifirê de hezaz pêk hat û di encama hezazê de 15 karker di bin ruxînê de man.
Hat ragihandin heta niha ceseda 6 karkeran ji bin ruxînê hatine derxistin.
Li gor agahiyan navên kesên ku di bin hezazê de mane wisa ye:
“Bedrettîn Çayli, Murat Ant, Savaş Kizilkan, Halîl Beşer, Bakî Aydin, Mahmut Batumak, Reşît Can, Îbrahîm Kiliç, Şefîk Tuncer, Kerem Arat, Sedat Bulut, Alî Sonmezsay, Îsmaîl Tekîn, Yavuz Yildirim, Nusret Birazalma.”(ÎLKHA)