Navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê tê vekirin

Hat ragihandin ji ber zêdebûna metirsiya DAIŞê, Hikûmeta Iraqê razî bûye ku navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeya (K1) a Kerkûkê were vekirin.

Li gorî daxuyanîya ku di malpera KDP.info de derbas dibe, Hikûmeta Iraqê berê razî nedibû ku navenda havbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li (K1) were vekirin û qet qebûl nedikir, Pêşmerge jî razî nedibû ku ew navend li cihekî din were vekirin, ku ev yek xala nakokiyê ya herdû aliyan bû, lewma heya niha avakirina odeyên hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 gîro bibû.Vêgavê ji ber zêdebûna metirsiya DAIŞê û êrîşên rojane yên wan ên li ser hêzên Iraqê, Hikûmeta Iraqê razî bûye ku navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li K1 were vekirin.

Lîwa Qareman Kemal Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê daxwaz kirine ku bi zûtirîn dem odeya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê were vekirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"