Faruk Cengîzê ku li Rihayê dijî idîa kir ku agahiyên nasnameyên wî û yên malbata wî ji teref nexweşxaneyên taybet ve hatiye emilandin. Ji ber vê yekê Cengîz bang li rêvebiran kir ku ji vê suîstîmalkariyê re tedbîr hilgirin.
Cengîz diyar kir ku çend roj berê zaroka wî nexweş ketiye. Dema ku ji bo derman sitandinê diçe dermanxanê da ku îlac bistîne xwediyê dermanxanê ji pereyên muayeneyê yên ku wî nedaye dixwaze. Dema Cengîz li ser vê yekê disekine dibîne ku agahiyên wî û yên malbata wî çendîn bar ji teref Navendên Tibê yên Taybet ve hatiye bikaranîn.
Çendîn car têketin çêbûye!
Cengîzê ku mexdûriyeta xwe ji ÎLKHAyê ragihand wiha axivî: “Çendîn roj berê min zaroka xwe ji bo muayeneyê bir nexweşxaneya zarokan. Piştî ku ji bo sitandina dermanên wê ez çûm dermanxanê ji min zêde pere hat xwestin. Dema ku min vê pirsî ji min re gotin çendîn car zaroka te hatiye nexweşxanê. Min qopyaya wê derêxist ez hatim saziya bajêr a SGKyê. Min dît ku li ser navê malbata min çendîn car ji bo nexweşxanê têketin çêbûye. Lê min di van têketinan de carek jî ji malbata xwe tu kesî nebiriye dabaş Navenda Tibê ya Şelaleyê. Di sala 2016an de çendîn car têketin çêbûye.”
Cengîz wiha pê de çû: “Ez û jina min em nizanin ku Navenda Tibê ya Modern li kû derê ye. Piştî ku me pirs kir em hîn bûn kû çendîn kîlomêtre ji mala me dûr e. Çima em zaroka xwe nebin nexweşxaneya dewletê ya zarokan. Em wê bibin ya taybet.”
“Keda 80 milyonan xesp dikin”
Cengîz diyar kir di dokumanên ku ji SGKyê sitandiye de bes bi navê zaroka wî têketin ji bo nexweşxaneyê çênebûye. Têketina ji bo nexweşxaneyê li ser navê hemî kesên ji malbata çêbûye. Dûvre Cengîz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema min dokumanê ji SGKyê sitand min dît ku bes li ser navê zaroka min ne li ser navê min û ya malbata min têketin çêbûye. Di rewşekî wiha de bes em ne herkes mexdûr dibe. Keda 80 milyonan xesp dikin.” (ÎLKHA)