Nêçîrvan Barzanî boIraqê: “Li hemberî Helebçe bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî rabin"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ner salvegera 33emîn a kîmyabarana Helebçê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helebcê bi destê rejîma Beis û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.” Û dû re wiha got:  “Li bîranîna ku ti demekê ji bîr neçûyê wê mergesata mezina li ser gelê me de hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwaze. Di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helebce û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesûkarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helebce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.”

“Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, derbarê vê yekê de erkê xwe bicîh bike”

Barzanî di berdewama peyama xwe de di warê Helepçeyê de bang li hikûmeta Iraqê kir û destnîşan kir: “Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, derbarê vê yekê de erkê xwe bicîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehirkirina parêzgeha Helebcê, pêngavên kirdarî bavêje.Di bîranîna mergesata Helebcê de, em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê ev yek xema hemû cîhanê be ji bo parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê.Şehîdên Helebce û hemû şehîdên gelê me herdem di bîra me de ne û di wîjdana Kurdistaniyan de zindî ne.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn