Nêçîrvan Barzanî gihîşt Ebu Dabî

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî li ser daxwaza Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyanê Cîhnişînê Ebu Dabî û cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê, gihîşt Ebu Dabî ya paytext.

Di rêwresmê da li Firokxaneya Ebu Dabî ji aliyê Ehmed Elî Elsayx Wezîrê Dewlet ve li gel Balyozê Iraqê li Ebu Dabî û Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê ve hate pêşwazîkirin.

Li gor bernameya serdanê, îro Nêçîrvan Barzanî li gel birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyan bicive.

Di civînê de dê bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê û çawayiya berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmaratê binirxînin, derbarê pêşhat û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan bên kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn