Bi mebesta civîna li gel berpirsên bilind yên Êranê, Serokê Hıkûmeta Herêma Kurdistanê bi serdanekê gihîşte Tehranê.
Çapemeniya Êranê belavkirine ku îro 10/11/2012`an serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîştiye Tehran paytexta Êranê.
Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Êranê Nazim Debax di vê bare de ragehand ku: Çend xulek bera niha Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê gihîştiye Tehranê.
Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Êranê amaje bi wê yekê jî kiriye ku serdana Nêçîrvan Barzanî wê sê rojan bidome û got: “Biryare li gel berpirsên Êranî bicive û derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û berferehkirina hevkariyê û xurtkirina hemahengiyê di navbera her du aliyan, li bare aborî de wê gotûbêj encam bidin.”
(xendan.org)