Nêçîrvan Barzanî ji ber salvegera jenosayda Kurdên Feylî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber salvegera 41emîn a jenosayda Kurdên Feylî peyamek belav kir û kesên ku di qetlîamê de hatin qetilkirin bibîr anî.

“Em daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne”

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, ji wan wergirtina regezname û zeftkirina mal û mulkên wan, jenosaydeke regezperestaneya Be’es bû beramber bi Kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî Kurdbûn û dakokîkirina li nasname û mafên rewayên mîlletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.Nasandina wan tawanan bi jenosayd ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve, biryareke dadperwerane û rewa bû, ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebukirina maddî û me’newî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan. Daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne û mulk û mal û regezname û mafên wan yên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sîtemdîtiyên Feylî bi cîh bîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind ra dişînîn. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê meye.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hezkirina Pêxember tu astengî nasnekir
Amed de amadeyîyê aktîvîteya Mewlidê Nebîyî dest pêkerdî
Li gundê Çinarê piştî barîna zîpikê her der spî bû
317 rêyên gundan hatin girtin
Piştî barîna berfê li Şirnexê, bajar spî bûye