Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomar Îbrahîm Reîsî civiya

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê li gel Îbrahîm Reîsîyê Serokkomarê Îranê civiya.

Di civînê de ku xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî ya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin guftûgo kirin.

Her du alî balkişandin li ser peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê û tekez li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danustandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.

Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijareke dinê girîng û hevbeşbûn, beşeke dinê civînê bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn