Nêçîrvan Barzanî ligel Ehmedînejad civiya

Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ligel serokê Komara Îslamî ya Îranê Mehmûd Ehmedînejad civiya.

 Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ligel serokê Komara Îslamî ya Îranê Mehmûd Ehmedînejad civiya.

Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmedînejad de pirsgirêka xalên sînor ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de yên ku dibin sedemê dirûstbûna sistiya di warê veguhestina bazirganî, pêşî li pêşvebirina peywendiyên bazirganî û bilindkirina asta veguhestina bazirganiyê digrin hatin guftûgokirin.

Di civînê de serokomarê Îranê got: “Emê aliyên têkildar bispêrin ku van pirsgirêkane çareser bikin, ji bo têkilî û veguhestina bazirganiya navbera Herêma Kurdisan û Îranê de bi başî bimeşe.”

Di beşek din a hevdîtinên navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmedînejad de pirsgirêkên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin guftûgokirin. Di civînê de hat gotin ku tekane çareseriya ji bo pirsgirêkên Iraqê, veger û girêdanbûna bi destûr, bikaranîna rêyên diyalog û jihevtêgihiştinê ye. Ji bo vê armancê jî wê hewldan bidomin.

Piştî hevdîtina ligel serokê Îranê, îro Nêçîrvan Barzanî ligel serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û cîgirê yekemîn ê serokê Komara Îslamî ya Îranê Reza Rehîmî civiya. (Rudaw)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin