Nêçîrvan Barzanîji Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza zêdetirkirina rola navdewletî di cîbicîkirina madeya 140 û herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de ji NYyê kir.

Di nameyeke fermî de bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de, Nêçîrvan Barzanî hejmarek daxwaz bi fermî arasteyê navenda biryara navdewletî kir.

Barzanî di peyama xwe ya ku ji Neteweyên Yekbûyî re de destnîşan kir: “Desthilata bêhtir bi şandiya sekreterê giştî yê NY were dan û rola wê ya bêhtir di navbênkariya navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xasma pirsgirêka dabeşkirina samanên siruştî û herweha cîbicîkirina madeya 140.  Em piştgiriya daxwaza hikûmeta Iraqê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dike ji bo zêdetirkirina rola NY di birêvebirina hilbijartinan de li Iraqê û piştrastbûna ji wê yekê ku hilbijartinên cotmeha îsal li Iraqê bi başî û dûrî binpêkariyan birêve diçin. Dîsa em daxwaza wê yekê dikin ku di naveroka proje-biryara nû ya Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Iraqê de, piştgiriya fermî ya encûmenê hebe ji bo wê peymana ku vê dawiyê di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de rû da derbarê budce û dabeşkirina samanên siruştî.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin