Neqilkirina berhemên dîrokî yên ku dê li Heskîfê di bin Bendavan Ilusuyê de bimînin dest pê dike. Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne bi pergaleke taybet tê kirin û ew ê turbe li Qada Parka Çandî ya Nû bê danîn. Li gor agahiyan ku hatine wergirtin ji sedî 60ê neqilkirinê temam bûye.
Berhema ku tê xwestin bê neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê bê neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.
Kurtedîroka Turbê
Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)