Nerazîbûna Muxalefeta Herêmê

Mesrûr Barzanî Ji Bo Konseyê Serok Hat Nîşandan, Muxalefetê Jî Tepkî Da

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diwxaze kurê xwe yê mezin bike serokê dezgeha asayîşê ya nû hatiye damezrandin ku hemî hêzên ewlehiyê dixe bin qomandetiya yekgirtî. Muxalefeta herêmê jî, vê şol û tevgerê naxwazin û îfade dikin ku vê tevgerîn xurtkirina dîktatoriya li Kurdistanê ye.

Mesûd Barzanî, roja yekşemê, di merasima diyarkirina damezirandina konseya mîlliya ewlehiya herêmê de, kurê xwe Mesrûr Barzanî, serokê vê dezgehê bijart û got “Em dikarin bi yekîtiya hêzên ewlehiyê, Kurdistanê biparêzin û cewaba tehdîdên li vê herêmê bidin.”

Konseya emniyeta mîllî ku budça wê ya îsal 265 milyon dolar e, ji hêzên polîs, istixbarat û hêzên asayişê pêk tê.

Piştî beyana bijartina Mesrûr Barzanî bo serokatiya vê dezgeha asayişa mîllî, grûbên muxalefetên herêmê, ji ber vê qirarê, tepkiyên xwe nîşan dan û vî kare, menfîetperestî, xurtkirina malbat û merivên xwe, zexmkirina dîktatoriyetê,  bi nav kirin.

Berdevkê tevgera Goranê Şaho Seîd, di beyanake xwe de da zanîn ku pêkanîna vê konseyê, li herêma Kurdistanê destpêka hikûmeta dîktatoriyê ye. Divê ev konsey, bi lihevkirina bi muxalefetê re bihata damezrandin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be