Li Diyarbekirê ji teref HUDA PARê ve ji bo qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a derbarê Qudsê de bê şermezarkirin mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikvin” hat tertîpkirin.Berdevkê Hamas Samî Ebu Zuhrî jî beşdarî mîtîngê bû û derbarê girîngîya rojevê de axavtinek kir.
Ebu Zuhrî di axavtina xwe ya ku kir de wisa got: “Em ji vê derê bangî temamê dinyayê dikin. Quds a Îslamê ye û xeta me ya sor e. Quds a nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ye ango yê we ye, ne ya sîyonîstan. Quds xeta me ya sor e. Em ji Amerîka re dibêjin, pêwendîya xwe ya bi îsraîl re bibirin û lêborînç ji ummetê bixwazin. Quds cuzeke dîn û eqîdeya me ye. Quds qibleya ewil a pêxember e. Quds cihê Îsra û Mîracê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin Trump curmeke mezin kir. Misliman dê qetîyen wî efû nekin. Dema ku em van dirûşmeyan li Diyarbekirê dibihîzin em bawer dikin û fêm dikin ku nevîyên Selahaddîn Eyyûbî hene û dê hebin.”
“Netanyahû; bila zêde kêfa te neyê, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî di rê de ne”
Zuhrî di berderwama axavtina xwe de diyar kir tu qiymeta sîyonîstan li ba Mislimanan tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji vê meydana Diyarbekirê bangî Trump dikin û dibêjin tu qedr û qiymeta te li ba Mislimanan tuneye. Em li vê derê ji nava nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ji Netanyahû re wisa bang dikin; bila zêde kêfa te neyê, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî di rê de ne. Em jî soz didin. Em bo Quds azad bibe bi şev û rojan dixebitin.”
“Nevîyên Selahaddînê Eyyûbî nemirine”
Ebu Zuhrî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin da ku Quds bibe paytexta Fîlîstînê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em di vê tevgera rizgarkirina Qudsê de netenê ne. Hûn, nevîyên Selahaddînê Eyyûbî înşallah digel me Qudsê azad bikin. Em ji we dixwazin hûn bi van xwepêşanên xwe li meydanan bin û Eqsa û Qudsê biparêzin. Em vê yekê ji Amerîka û îsraîlê re dibêjin; Nevîyên Selahaddînê Eyyûbî nemirine.”
ÎLKHA