Tehdîda nukleerî ya ku ji aliyê qaşo Serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahu ve li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, beriya hilbijartinan rageşiya li herêmê hêj zêdetir kir. Peyam, ku bi wêneyekî ji aliyê hişê çêker ve hatiye çêkirin û teqînek nukleerî li ser Tel Avîvê nîşan dide, hem li hundir û hem jî li navneteweyî bertekên tund derxist holê.
Di postê de wêneyekî ji hêla hişê çêker ve hatîye çêkirin bikar anî ku ewrek mîna kivarkek nukleerî li ser Tel Avîvê nîşan dide.
Netanyahu du salên serokatiya Serokê Emrîkayê Donald Trump wekî "pencereyeke dîrokî ya derfetan" li dijî Îranê bi nav kir.
Serokê muxalefetê Gadî Eisenkot jî li ser vê daxuyanîyê Netanyahu bi "sîyaseta hîsterî û panîkê" sûcdar kir.
Yair Golan îddîa kir ku di nav gel de pêlek panîkê ya sûnî tê afirandin û divê karanîna medyaya civakî ji hêla Netanyahu ve were sînordarkirin. (ÎLKHA)