Li Dîyarbekirê 109 kîlogram esrar hat bidestxistin
Li Dîyarbekirê di operasyonên ku li dijî kesên ku maddeyên hişber difiroşin û bikar tînin de hatin kirin de 59 hezar û 221 nebatên esrarê û 109 kîlogram skunk û esrar hatin bidestxistin û di derbarê 24 şikdaran de lêpirsîn hat destpêkirin.
Fermandariya Cendirmeyên Bajara Dîyarbekirê operasyonên xwe yên li dijî kesên ku maddeyên hişber difiroşin û bikar tînin didomîne.
Di çarçoveya lêpirsînên berdewam de, operasyonan de 59.221 nebatên esrarê, 72 kîlogram skunk, 37 kîlogram esrar, 15 hebên narkotîkê û 10 gram metamfetamîn hatin bidestxistin.
Di operasyonan de li dijî 24 şikdaran tedbîrên qanûnî hatin girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.