Neteweyên Yekbûyî : Ji her 5 Sûriyeyiyan 4 jê bi xizanyê re rû bi rû ne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon da zanîn ku ji sedema şerê nexweyî, ji sedî 80’yê Sûriyeyiyan bi xizanî û hejariyê re rû bi rû ne.

Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki Moon di konferansa welatên ku alîkariyê! didin gelê Sûriyeyê ya li Kuwêtê hat lidarxistin de axivî û ragihand: “Ji  sedema şerê nexweyî  ji her pênç Sûriyeyan, çar Sûriyeyî bi xizanîyê  re rû bi rû ne.”

Ban Kî Moon da zanîn ku  ji sedî 50  zilam, jin û zarokên  Sûrî bêçare man û ji cîh û warê xwe veqetiyane.”

Wek tê zanîn ji 2011'an vê de di pevçûnên nexweyî  de li Sûriyeyê destpê kirîye,  zêdetirî 215 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 10 milyon kes jî bêçare  man û bûn penaber. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar