​Neteweyên Yekbûyî ji teref siyonîstan ve qetilkirina Ebu Thurayeh şermezar kir

Hat ragihandin Neteweyên Yekbûyî ji teref siyonîstan ve qetilkirina Ebu Thurayehê ku astengdar e şermezar kir.

Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî  ji teref sîyonîstan ve qetilkirina Ebu Thurayehê ku di êrîşa hewayî ya ku di sala 2008an de ji teref siyonîstan ve hatibû kirin de her du piyên wî jê bûbûn û astengdar mabû şermezar kir.

Zeîd El Huseyînê Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî   derbarê mijarê de diyar kir Thurayeh ji 20 metro mesafeyan di serê wî de hatiye berdan û hatiye kuştin.

Zeîd El Huseyîn di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir hêza ku li hember Îbrahîm Ebu Thurayeh hatiye bikaranîn gelekî zêde ye  û  temamê êrîşên ku li hember siwîlan tê kirin û ew bombebaranên ku tên kirin bi şikleke eşkere tên şermezarkirin.

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin