Nexweş ji barîna berfê wek neyînî bandordar bûn

Ji ber barîna berfa ku li herêm dibare herî zêde nexweş û pîrekên dûcanî bandordar bûn. Nexweş û pîrekên ducanî yên ku li Agirî û Êlihê ji ber berfê neyînî bandordar bûn tîmên tendirûstiyê wan gihandin nexweşxanê.

Ji ber barîna berfê ev demekî dirêj e ku herma rojhilat û rojhilata başûr wek neyînî bandordar dibe. Nexweş û pîrekên dûcanî yên ku li navçeyên Dutaxa Agiriyê û Qabilcewz û gercewsa Êlihê ji ber barîna berfê wek neyînî bandordar bûbûn bi balafirên ambulansê wan gihandin nexweşxaneyan.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku 2 pîrekên ducanî  yên di gundên Hereya Qabilcewzê û Kirkata Gercewsê û pîrekek a nexweşa tansiyonê ya li Gundê Gaxmanika Qabilcewezê dijî tîmên Îdareya Taybet a Bajêr di encama hewldayîna çendîn saetan wan gihandiye nexweşxaneyê.

Her wiha di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ku li Gundê Doşkayaya girêdayê navçeya Dutaxa Agiriyê nexweşek a ducanî ji ber berf û bagerê li gund dorpêçkirî maye. Dûvre tîmên tendirûstiyê wê bi balafirgeha ambulansê rakirine Navenda Tibê yê Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Wanê.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye