Nexweşên dil divê derziyên zeîfbûnê di bin kontrola doktor de bi kar bînin!

Pispor destnîşan dikin ku tê nîqaşkirin ka derziyên kêmkirina kîloyê bandorên neyînî li ser masûlkeyên dil dikin an na, ji aliyê din ve dibêjin ku bandora neyînî ya kîloyên zêde li ser tenduristiya dil rastiyeke nedengdar e.

Pisporê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Mehmet Baltalı, derbarê wê yekê de ku gelo derziyên kêmkirina kîloyê bandorê li ser tenduristiya dil dikin an na, daxuyanî dan.

Obezîte ji bo tenduristiya dil metarsiyeke girîng e!

Prof. Dr. Mehmet Baltalı diyar kir ku berovajî tiştê ku tê zanîn derziyên kêmkirina kîloyê masûlkeyên dil lawaz nakin û got: “Dikarin dil biparêzin, mirina ji ber têkçûna dil asteng bikin an jî kêm bikin.”

Prof. Dr. Baltalı destnîşan kir ku dermanên bi madeya çalak semaglutid û tirzepatid bandoreke ku hêza pompekirina dil kêm bike nînin û wiha axivî: “Duyemîn jî, tiştê ku em jê re dibêjin ateroskleroz, anku sitûrbouna damarên ku dil xwedî dikin an jî xetimandîna damaran, krîza dil, çêbûna têkçûna dil û mirinên girêdayî vê dikarin asteng bikin. Çimkî obezîte hem ji bo krîza dil hem jî ji bo rewşên girêdayî têkçûna dil faktorên rîskê ne. Dema ku hûn obezîteyê asteng bikin, anku dema ku hûn mirov zeîf bikin, ev rewş bi zelalî bandoreke erênî li ser dil dike.”

Bandorên neyînî yên derziyên kêmkirina kîloyê di pergala mîde-rûvî de têne dîtin!

Prof. Dr. Baltalı bal kişand ser wê yekê ku windakirina bilez a kîloyê jî li ser ritma dil an jî masûlkeyên dil bandoreke neyînî nîne û got: “Berovajî vê yekê, kêmkirina kîloyê ji bo tenduristiya dil xwedî bandorên erênî ye.”

Prof. Dr. Baltalı tomar kir ku bandorên herî diyar di pergala mîde-rûvî de têne dîtin û wiha axivî: “Dermanên bi vî rengî dikarin valabûna mîdeyê hêdî bikin û bibin sedema gilîyên wekî zikçûn an jî qebizbûnê. Nêzîkî ji sedî 5 heta 6 ê bikarhêneran jî ji ber bandorên neyînî yên bi vî rengî derman dihêlin.”

Prof. Dr. Baltalı her wiha got ku ti belge nîne ku derziyên kêmkirina kîloyê dibin sedema lêdana bilez a dil (çarpıntı), zexta xwînê zêde nakin û dikarin tansiyona ku ji ber kîloya zêde çêbûye jî kêm bikin.

Nexweşên dil divê derziyên kêmkirina kîloyê di bin kontrola bijîşk de bi kar bînin!

Prof. Dr. Mehmet Baltalı bikaranîna derziya kêmkirina kîloyê ya kesên ku nexweşiya dil li gel wan heye nirxand û hişyarî da: “Heke ti kontrendîkasyon (astengiyên bijîşkî) tune bin, nexweş dikarin dermanên bi madeya çalak tirzepatid û semaglutid bi kar bînin. Lê belê di her rewşê de berî bikaranînê divê mirov biçe ba bijîşk; yên ku xwedî hinek cureyên penceşêrê ne, wekî penceşêra tîroîdê, bi tu awayî divê van dermanan bi kar neynin.”

Divê derzî bi awayekî kontrolkirî bê hiştin!

Prof. Dr. Baltalı destnîşan kir ku bandora yekem a derziyên ku heftê carekê têne bikaranîn ev e ku mîna însulînê şekirê xwînê dixe rêzê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Duyemîn jî, bi bandora li ser mejî hesta birçîbûnê bi zelalî asteng dike. Piştî ku gihîşt kîloyeke diyar, dema ku bikaranîna wê bi temamî bê hiştin dikare dîsa kîlo bê girtin. Ji ber vê yekê tê pêşniyarkirin ku derman hêdî hêdî, bi navberên diyar û bi kêmkirina pîvanê bê birîn.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Siwêreg de otobuso rêwiyan ê ke şiêne veşiya
Divê zarokên me bi axlaqî, bawermend û bi xwedî erdemên bilind werin mezin kirin
10 kes hatin binçavkirin
Mazot 100 Lîreyî derbas kir
Di encamê de 4 kes birîndar bûn