Mazot 100 Lîreyî derbas kir

Mazot 100 Lîreyî derbas kir

Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.

Bi tevî zêdebûna fîyeta ku şofêran û sektora lojîstîkê rasterast tesîrdar dike ve li seranserê Tirkîyeyê fîyet gihîşt astekî rekorê.

Herî dawîn ji serê lîtreyê re 4,70 Lîre zemek hat û li temamê bajarên welat fîyeta lîtreya sotemenîya dîzelê 100 Lîreyî derbas kir.

Li bajarên mezin ev fîyet diguhere, lê li ti bajarî biê 100 Lîreyî de nîne.

Fîyetên li bajarên mezin li Senbolê lî alîyê Ewrûpayê 100,40 Lîre, li alîyê Anadolîyê 100,20 Lîre, li Enqereyê 101,50 Lîre, li îzmîrê 101,80 Lîre.

Li herêmê jî mînak bajarên Dîyarbekir, Çewlig, Bêdlîs, Colemêrg, Qers, Mûş, Sêrt, Şirnex û Xarpêtê fîyet 103,20 Lîre ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.