Her weke tê zanîn berî niha ji teref TUÎKê ve nifûsa Tirkiyê hatibû eşkerekirin. Li gor beyaneta ku ji teref TUÎKê ve hatiye dayîn nifûsa Tirkiyê milyonek û 73 hezar û 818 kes zêde bû û ji 31ê Kanûna 2016an pê ve bû 79 milyon û 824 hezar û 871 kes. Her wiha li gor daxuyaniyê nifûsa zilaman bû 40 milyon û 43 hezar û 650 û ya pîrekan jî bû 39 milyon û 771 hezar û 221 kes.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Mûşê ve hat destnîşankirin nifûsa Mûşê di sala 2015an de 408 hezar 728 kes bû lê belê ev rêje di sala 2016an de dakete 406 hezar û 501 kesî.
ÎLKHA