Nifûsa Tirkiyê hat eşkerekirin

Nifûsa Tirkiyê ji 31ê Kanûna 2016an pê ve bû 79 milyon û 824 hezar û 871 kes.

Nifûsa Tirkiyê ji teref TUÎKê ve hat eşkerekirin. Li gor beyaneta ku ji teref TUÎKê ve hatiye dayîn  nifûsa Tirkiyê milyonek û 73 hezar û 818 kes zêde bû û ji 31ê Kanûna 2016an pê ve bû 79 milyon û 824 hezar û 871 kes. Her wiha li gor daxuyaniyê nifûsa zilaman bû 40 milyon û 43 hezar û 650  û ya pîrekan jî bû 39 milyon û 771 hezar û 221 kes.

Nifûsa herî zêde li Stenbolê û ya herî hindik jî li Dêrsimê ye

 Li gor daxuyaniyê xwediyê nifûsa herî zêde Stenbolê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tevde  14 milyon û 804 hezar û 118 kes li ser nifûsa Stenbolê qeydkirîne. Her wiha hat ragihandin xwediyê nifûsa herî kêm jî Dêrsim e û  82 hezar û 193 kes li ser nifûsa Dêrsimê qeydkirîne.

ÎLKHA

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye