Nimêja înê ya ewil a meha Remezanê hat edakirin

Gelê Misliman di nimêja ewil a Remezanê de berê xwe dan camîyan û zikrê û ibadetên xwe kirin.

Mêrdînîyên ku berê xwe dan Mizgefta Mezin a ku di salên ewil a cumhurîyetê de wek axûr hat bikaranîn maskeyên xwe dan ber devê xwe û ji ber şoba coronayê haya xwe ji mesafeya civakî kirin.

Hinek welatîyên ku zû hatin camîyê ji xwe re Qur’an xwendin û hinek jî ji xwe re waaza ku dihat dayîn guhdar kirin.

Piştî ku waaza ku hat dayîn re mela xutbeya ku mijara wê “Meha Remezan Meha Şifayê” xwend. Mela Osman Elmas di xutbeya xwe de derheqê ehemîyeta meha Remezanê de agahî da Mislimanên ku hatibûn camîyê û ji wan daxwaz kir ku bi heqê wê meha Remezanê bijîn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn