Berî niha li Elmanya niqaşên sunnetê gelekî dom kiribû. Aliyên dijminê Îslamê dixwazin sunnet bê qedexe kirin. Lê hinek siyasetmedarê biînsaf dixwazin sunnet di bin kontrola diktor de bê kirin.
Niha jî li Danîmarka niqaşên li ser sunnetê tê kirin. Serekwezîrê Danîmarkayê da zanîn ku komîsyonek hatiye avakirin. Wê komîsyon lêkolîn bike bê ka sunnet ji bo sihhetê bizirar e an na. Serekwezîr, ji medyayê re îfade kir ku ne li ber sunnetê ye, dixwaze ku sunnet jî di bin kontrola diktoran de bê kirin û divê tesîra sunnetê ya li ser sihhet û tendurustiyê bê lêkolîn.
Li Danîmarkayê hinek muxalefet û siyasetmedar dixwazin ku sunnet bê yesax kirin. Van îfade û xwestin jî, dibe sebebê tepkiyên musluman û mûseviyan. Musluman tînin ziman ku niqaşên sunnetê, dijminantiya bi kesên ecnebî re eleqedar e.
Wekî tê zanîn nifûsa Danîmarka 5 û nîv milyon e. Jê 210 hezar musluman in û 8 hezar û 500 jî yahûdîne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)