Niştina 12emîn a Doza Yasîn Boru dest pê kir

ENQERE - Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de tên darizandin dest pê kir.

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li gel kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de gel derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 12 emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê dest pê kir.

Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne.

Xizmên kesên ku hatine qetilkirin, parêzerên muştekî û bersûcan têketin salonê. Her wiha hat dîtin Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û berdevkê partiyê Mehmet Yavuz ji bo ku dozê bişopînin têketin salonê. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye